Kurdiska / Kurmancî

Şert û Qaîdên Masîgirtinê li Hubo-Långsjön


Kesên ku li Långsjön masî digirin, mecbûr in ku van qaîdeyan bixwînin.
Kartên masîgirtinê divê bêne imzekirin ku mirov şert û qaîdeyan xwendiye û fam kiriye.


Kartên masîgirtinê şexsî ne û pêwîste nasname were nîşandan.


• Her kart ji bo 1 şewk û herî zêde 3 masiyan derbas e.
• Heke kesek bixwaze zêdetir şewk an masî bi kar bîne, divê kartên din bikire.
• Her kes di nav 12 saetan de herî zêde dikare 3 kartan bikire.
• Zarokên heta 12 salî dikarin bi karta dê an bavê xwe masî bigirin, bi şertê ku her zarok tenê 1 şewk bi kar bîne.
Ev tenê dema derbas e ku zarok bi xwe masî bigire, şewk bavêje û bikşîne. Her masiyek ku tê girtin li ser karta dê an bavê tê hesibandin. Heke eşkere be ku zarok nikare bi wê amûrê masî bigire, em ê ji bo her şewkek zêde 2000 kron ceza li dê an bav qut bikin.
• Ji 14 Gulan 2017 û pê ve, her kes di nav 12 saetan de herî zêde dikare 3 kartên masîgirtinê bikire.
• Heke kesek zêdetir ji 3 kartan bikire ،ew kart bêderbas tê hesibandin û dikare ceza bistîne ji ber gelek şewkan.


Karta 12 saetan


• Kartên 12 saetan şexsî ne. Pêwîste nav û paşnav ،dem û roja destpêka masîgirtinê ،
bajar û jimara telefonê were nivîsandin. Kart divê bê imzekirin ku şert û qaîde hatine xwendin û famkirin. Kart tenê 12 saet derbas e.


Paketên taybet ji bo kesan


• 10 kartên 12 saetan.
• Ew şexsî ne û nayên dayîn kesên din.
• Agahdariya zêdetir li ser malperê heye.


Paketên şîrketan


• 25 kartên 12 saetan.
• Ev ji bo şîrket ،kom an grûpan e ku wan ji karmendên xwe re belav bikin.

• Agahdariya zêdetir li ser malperê heye.


Masîgirtin bi rêzgirtina hevdu


• Masîgirtin bi hev re tê kirin ،lê her kes mafê 5 metre cihê vala li her du aliyan ji şewka
xwe heye. Kesê ku pêşî tê ،mafê wî cihî heye.
• Heke gelek kes li heman deverê masî bigirin ،divê şewk rasterast ji cihê masîgirtinê
bên avêtin.
• Cih ji bo kesên ku paşê tên nayê veqetandin.
• Heke kesek çend kartan hebe ،hemû şewkên wî divê li heman cihî bên bikaranîn.
Kesek nikare 2 kartan bikire û 2 pier an cihên cuda dagire.


Xanîk û cihên parastinê


• Xanîk ji hemû kesên ku kartên masîgirtinê kirîne re ne. Hemû kes divê wan bi hev re bi
kar bînin.
• Kesek nikare bibêje ku xanîk tenê ji bo wî ye ،her çend ew pêşî hatibe.
• Ji grûbên ku kart nekirine tê daxwazkirin ku rêzê li masîvanên ku kart kirine bigirin.
• Istîsna ji bo deverên Hubokojan û Underskogenkojan e ،ku li salnameya malperê tê
nîşandan kê rezerv kiriye.


Vegerandina masiyan bo avê


• Heke kesek bixwaze masî vegerîne avê ،ew dîsa jî di nav 3 masiyan de tê hesibandin.
Yanî 1 kart1 ، şewk3 ، masî.
• Hemû masîyên wek Regnbåge ،Öring û Röding di hesaban de tên.
Avêtina xwarinê ji bo masiyan qedexe ye
• Ev ji bo parastina avê û kêmbûna oksîjenê ye.


Qeyik û amûrên avî qedexe ne


Tenê masîgirtin ji ser erdê an bi cizman di nav avê de destûr heye.


Cezayên şikandina qaîdeyan


• Avêtina xwarinê ji bo masiyan: 4500 kron û betalkirina kartê
• Avêtina zibilê: 1000 kron an ragihandina polîsan
• Kartên nexwendî an şaş dagirtî: 1000 kron
• Nedana pereyan: nirxê kartê + 1000 kron an masîgirtina neqanûnî
• Girtina masiyan zêdetir ji hejmarê destûrdayî: 2000 kron + 2000 kron ji bo her masiyek zêde
• Bikaranîna şewkên zêde: 2000 kron ji bo her şewkek zêde.
• Masîgirtin li deverên qedexekirî: 1000 kron.
• Masîgirtin ji qeyikê ،kano an her amûrekî din ê avî: 4500 kron.
• Masîgirtin bi rêbaz an amûrên qedexekirî wek tor ،hêlîn an ryckfiske: 4500 kron.
• Têkbirin an xerabkirin: herî kêm 1000 kron û dibe ku polîs were agahdarkirin.
• Masîgirtina neqanûnî: hemû amûr tên standin û ragihandina polîsan tê kirin.


Em dikarin kartê betal bikin


Em mafê xwe diparêzin ku kartên masîgirtinê betal bikin û kesan ji golê dûr bixin ،heke:


• Muzîka bilind lêdan
• Qêrîn û qîrîn li dora golê
• Rûniştin an razan di erebeyê de dema masîgirtinê
• Parkkirina erebeyê li ser rê
• Helwestên metirsîdar li hember masîvanên din
• Parkkirina caravan li deverên neqebûlkirî
• Razan di erebe ،çadir an xanîkan de dema ku şewk hîn di avê de ne
• Masîgirtin ji cihên girtî wek çadira masîgirtinê
• Masîgirtin li deverên Hubokojan an Underskogenkojan bê rezervasyon


Ev tenê nimûne ne.

Em bi xwe biryar didin ka kengê kart bê betal kirin.


Kesên ku gelek caran qaîdeyan dişkînin ،dê ji masîgirtinê bên qedexekirin.


Ev qaîde ji bo hemû kesan derbas e.
Heke we tiştek nebaş an neqanûnî dît ،ji kerema xwe rêveberiyê bi telefon an peyamê agahdar bikin. Ev ji bo parastina

mafên hemû masîvanan e.


Rêveberiya Hubo-Långsjön


Masîgirtin bi torê qedexe ye

Kalender med info om uthyrda dagar mm


Färgernas olika betydelser i kalendern

Gul=Dagens Datum

Grön=Fisk isatt

Svart= abonnerad (sjön öppen)

Orange=Sjön stängd inför tävling eller tävling

Copyright 2012 © All Rights Reserved